Bijîşkê aştiyê Gottstein jiyana xwe ji dest da

Prof. Dr. Ulrich Gottstein ê bijîşkê tibê û salên dirêj ji bo aşitiyê têkoşiya, roja 30’ê Kanûnê di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Wê di 17’ê Çileya 2026’an de li St. Jakobskircheya Frankfurtê merasîma sersaxiyê were lidarxistin.

Prof. Dr. Ulrich Gottstein ê bijîşkê tibê û salên dirêj ji bo aşitiyê têkoşiya, roja 30’ê Kanûnê di 99 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîlêgirtina Çekên Nukleerî ya Elmanyayê (IPPNW) ku Prof. Dr. Ulrich Gottstein serokê wê yê rûmetê bû, daxuyaniyek da û diyar kir ku wan bes ne bijîşkek di heman demê de aşitîxwazeke mezin jî winda kiriye.

Gottstein yek ji damezrînerê şaxa IPPNW’ê ya Elmanyayê ye û di nava tevgera aşitiya welêt de kesekî navdar bû. Gottstein di nava IPPNW’ê û derveyî wê de gelek erkên birêvebirinê bi rê ve birine.

Ji bo Gottsteinê dostê gelê Kurd wê di 17’ê Çileya 2026’an de li St. Jakobskircheya Frankfurtê merasîma sersaxiyê were lidarxistin.

Ulrich Gottstein, di warê tibê de li ser aşitî û têkariya bijîşkan a ji bo aşitiyê gelek xebat bi rê ve birin. Gelek şaxên IPPNW’ê yên li Elmanyayê cîhanê fikrên wê pejirandin û hem pratîk û hem jî teoriya xebatên aşitiya tibî pêş xistin.

Gottstein li ser navm IPPNW’ê hem li Elmanyayê hem jî li seranserê cîhanê beşdarî gelek kongre û konferansan bû û têkildarî mijarên weke pêşîlêgirtina çekên nukleerî ya di serdema şerê sar de, bêçekbûn, encamên şerî, mexdûrên şerî û encamên pêkanînan axaftin kirin.
 
Şaxa IPPNW’ê ya Elmanyayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bandora Gottstein a li ser rêxistinê û ev yek anîn ziman: ‘’Ew, di mijara ku wê mirovahî û etîka tibê û zanista tibê çawa werin ba hev de hemû caran ji me re bû mînak. Dengekî mirovî li polîtîkayê zêde kir û di bidestxistina destkeftiyên girîng ên weke qedexekirina çekên nukleerî ya di asta navneteweyî de têkariyeke mezin kir.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vexwendina Gottstein a ji bo merasîmên Xelata Aşityê ya Nobelê ya di sala 1985 û 2017’an de nîşaneyeke van têkariyan e.

Gottstein ê ku li Elmanyayê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê hewl da, di Cotmeha 1996’an de li gel Prof. Norman Paech, Prof. Ulrich Albrecht û H. Branscheidt li Şamê çûn seredana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştre bi gotar, daxuyanî û çalakiyên cuda piştgirî da Tevgera Azadiya Kurdistanê û di nava yekem îmzevanên kampanyayên têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cihê xwe girt.

Di daxuyaniyeke xwe ya 28’ê Cotmeha 2014’an de fikara civaka Elmanyayê ya têkildarî jiyan û ewlehiya Kurdên Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû dorpêçkirin, anîbûn ziman û ev yek gotibûn: ‘’Ez heyranê têkoşîna parastina lehengî ya YPG û YPJ’ê me û bang li hikûmeta xwe dikim ku piştgiriyê bide wan.’’