Berxwedêrên 14 Tîrmehê û Diyar Xerîb li Stockholmê hatin bîranîn

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Stockholmê hatin bîranîn.

Bîranîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) û şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê, bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan li paytexta Swêd Stockholmê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Letîf Hestirkî axivî û got, "Bi berxwedana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, bi gotina 'berxwedan jiyan e' rastî û mafdariya PKK'ê li cîhanê belav bû. Diyar Xerîb jî yek ji şopînerên van hevalan bû."

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek , her wiha li ser jiyana Diyar Xerîb hate nîşandan.

Xwişka Diyar Xerîb Şîlan Xerîb piştre axivî û got, "Şehîd Diyar bi kar û têkoşîna xwe, xwe xiste dilê her Kurdekî azadîxwaz. Ji zarokatiya xwe hate şehadetê dilsozê doz, kar û fikrê azadiyê bû."

Li ser girîngî û wateya meha Tîrmehê jî siyasetmedarê Kurd Cemşît Serhad axivî û got, "Bi taybetî çalakiya 14'ê Tîrmehê xwedî wate û girîngiyeke gelekî cuda ye. Meha Tîrmehê meha berxwedanê ye, meha ji nû ve jiyanê ye. Her wiha di vê mehê de gelek xiyanet jî hebû. Bi vê çalakiyê hate gotin, 'Gelê bindest dema di destê wan te tiştek nebe, dema êrişek lê hate kirin divê karibe xwe biparêze. Wan hevalan bi çalakiya xwe, çeka herî mezin ango berxwedan radestî gelê Kurd kirin."

Siyasetmedar Cemşît Serhad destnîşan kir ku kar û têkoşîna heyî li ser bingeha berxwedana berxwedêrên 14'ê Tîrmehê tê meşandin.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.