Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn
Li bajarê Roma ya Îtalyayê, li bajarê Hîldesheîm û Dortmûndê yê Elmanyayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn.
Li bajarê Roma ya Îtalyayê, li bajarê Hîldesheîm û Dortmûndê yê Elmanyayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn.
ROMA
Li bajarê Roma yê Îtalyayê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn.
Siyasetmedar Îdrîs Guzel di bîranînê de axivî û diyar kir ku çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê di dîroka PKK’ê de xwedî cihekî mezin e.
Bîranîn bi sloganan bi dawî bû.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî şehîdên meha Tîrmehê hatin bîranîn. Di bîranînê de sînevîzyona li ser Diyar Xerîb, Zinhar Devrîm û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate nîşandan.
Di bîranînê de li ser navê KOMAW, FED-DEM û PYD’ê axaftin hate kirin.
Di bîranînê de hate diyarkirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê çerxa faşîst şikandiye.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî şehîd Baran Mawa hate bîranîn. Bîranîn ji aliyê çalakgerên TCŞ û JXK’ê hate kirin.
Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û li ser navê KOMAW’ê axaftin hate kirin.
Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.