Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Marsîlaya bibîr anîn

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Marsîlya pêk hat.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre hevserokê NCDK Erhan Tarhan axivî. Di bîranînê de sînevîzyoneke ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û PKK’ê tîne ziman hate nîşandan.

Li qada salonê li gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK, KCK, TJK-E, YPG û YPJ hatin hildan.

Mêzeyê ku wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Mazlûm Dogan li ser hatî danîn hatibû xemilandin û find hatin pêkirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku PKK ji roja ava bûye heta niha tevgerke ya berxwedanê ye, wê ti demê xiyanetê qebûl neke.

Her wiha berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna ya li dijî dagirkeriyê jî hate silavkirin û hate gotin ku divê berxwedan bê mezinkirin.