Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Ewropa tên bîranîn

Li paytexta Fransa Parîs, Marsîlya, Bordeaûx û paytexta Elmanya Berlîn, Hambûrg û Kîelê û bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Fransa û Elmanyayê hatin bibîranîn.

MARSÎLYA

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya ya Fransa saet 16:00’an li Qada Bell de Maî hatin ba hev û piştî meşekê li Qada Belle de Maî mîtîngek kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku wê faşîzma dewleta Tirk a dagirker bi ruhê 14’ê Tîrmehê ji xaka Kurdistanê bê qewitandin. Mîtîng bi dirûşman dawî bû.

BORDEAÛX

Kurdistaniyên li Navenda Çanda Kurd a Bordeaûx a Fransayê hatin ba hev, di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anîn. Di çalakiyê de li ser berxwedêran sînevîzyona hatî amadekirin hate nîşandan û piştre axaftin hatin kirin. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî b.

HAMGÛRG

Li Hambûrgê jî li Navenda Çanda Kurd berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde sînevîzyona li ser berxwedêran hate nîşandan. Xwişka Mehmet Hayrî Dûrmûş Ayten Durmûş axivî û got: “Yên îro em anîn vir berxwedêrn 14’ê Tîrmehê ne. Hebûna me ya îro bi saya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û şehîdan e.” Bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

BERLÎN

Li Berlînê jî Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hate nîşandan. Hevserokê NAV-Berlîn Huseyîn Yilmaz li vir axivî û got: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan Kurd li cîhanê hatin nasîn, bi çalakiya çaran û rojiya mirinê, bi parastina yekîtiya netewî û jiyana azad bû sedemê vejîna gelekî û rabûna serpiyan.”

Di bîranînê de dayika şehîdekê axivî û diyar kir ku li her parçeyek axa Kurdistanê şehîd hatine dayîn.

Mamlî Gunogr jî bal kişand ser bûyerên ku sala 1982’an a li Zîndana Amedê qewimî û got: “Li gorî zoriyên demê gelê Kurd li ber xwe dan, hê jî li ber xwe dide.”

Piştî axaftina nûnerê AGÎF Berlînê û şûnde bîranîn bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

KÎEL

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê jî Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Di axaftinên li ser navê NCKD hate kirin de bal kişand ser girîngiya Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê. Hate gotin ku PKK ji roja hatî avakirin û vir ve tevgerekî ya berxwedanê ye û xiyanetê qet û qet qebûl nake.

PARÎS

Komîteya Malbatên Şehîdan, TJKE-F û CDK-F hevpar li salnona Le Blanc-Mensnîl Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi çalakiyekê bibîr anîn.

Bi sedan Kurdistaniyên Parîsê û derdorî wê dijîn tevlî bîranînê bûn. Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Têlî, Welat Demîr, Guneş Ardûç axivîn û bal kişand ku xeta berxwedanê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê şehîdan diyar kiriye û gotin: “Berxwedan mîraseke ji bo me hatiye hiştin.”

Kemal Aktaş jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîr anî û got: “Nasnameya Kurdan ji bo rêveberên faşîst ên xwestin berxwedana PKK’ê bişkînin bû li kevirek mezin bikevin. Bi saya wan têkoşîna me ya rewa her ku çû mezin bû, mîna topeke agir lê hat. Heta ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo hebe, gelê Kurd nayê tinehesibandin û têkbirin.

Fûat Kav jî helbesta li ser sê jinên Şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî yên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin, xwend.

Di dawiya bîranînê de hunermendên TEV-ÇAND’ê ya Parîs derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo ya girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate bibîranîn. Bîranîna ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) , Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa (TJK-E) bi rêzgirtinê destpê kir. Li qadê wêneyên Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Mazlûm Dogan li ser hatî danîn hat xemilandin û find hatin pêxistin. 

Piştî rêzgirtinê dostên kurdan yên Fransî axaftin kir. Di axaftina xwe de got ku gelê Kurd her tim bila serbilind bin û tu carî dev ji vê berxwedana xwe ya pîroz bernedane.

Piştî axafitinan koma zarokên wargeha Lavrîoyê ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê sitran gotin. 

Herî dawî sînevîzyon hate nîşandan.

Bîranîn bi diruşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.