Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Dûîsbûrgê hatin bîranîn

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê civînek hate kirin.

Bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li eywana NCDK’ê bîranîn hate kirin.

Bîranîn di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Li ser navê KOMAW’ê hate gotin ku “Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin em Kemal Pîr,  M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û hesreta wan a azadiyê teqez bi cih bînin.”

Di axaftinê de hate gotin “Noker û hevkarên wan li hemberî ruhê 14’ê Tîrmehê têk çûne. Ruh û mîrateya berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê faşîzm têk bir. Rêber Apo ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê, îdeal û xeyalên şehîdan veguherand îradeya bi milyonan kesan.”

Piştî sînevîzyona li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.