BI DÎMEN

Berxwedana Rojava û Rojhilat li Nantesê hat silavkirin

Li bajarê Nantes ê Fransayê bi sedan kes êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin û serhildana gel a Rojhilat silav kirin.

Piştî banga seferberiyê ya KCDK-E û TJK-E, bi pêşengiya Meclîsa Engîn Sîncer a Nantes ê Fransayê bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Kurdên li Helebê û piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê daketin kolanan.

Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Qada Place Royale berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedan Rojava" û "Rojava Rojhilat Kurdistan yek welat e" berz kirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Nantesê Riza Xinis axivî û diyar kir ku ew êrîşên qirkirinê yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto dikin û diyar kir ku gelê Kurd mîna li Kobanê wê wê li vê herêmê bi ser bikeve. Xinis diyar kir ku divê Kurdên li dîasporayê ji bo Rojava û Rojhilat têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinê, daxuyaniya bi zimanê Fransî hat xwendin û ji beşdaran hat xwestin ku ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê beşdarî meşa li Gare du Nordê bibin. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.