BI DÎMEN

Berxwedana gelên Rojava û Rojhilat li Helsinkiyê hat silavkirin

Kurdên li Fînlandiyayê dijîn, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li Helsinkiyê çalakiyê li dar xistin.

Kurdên Fînlandiyayê ji bo nîşandana piştgiriya xwe ya bo Berxwedana Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Ev çalakî ji ber êrişên çeteyên ser bi hikûmeta Sûriyê û dewleta Tirk ên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û ji bo silavkirina berxwedana hêzên ewlehiya hundirîn û gelê Rojhilatê Kurdistanê yê li dijî rejîma Îranê pêk hat.

Banga çalakiyê ji aliyê NCDK’ê ve ji bo hemû rêxistinên Kurdan û dostên wan hatibû kirin. Çalakî di saet 14:00’an de li ber parlamentoya Fînlandiyayê ya li Helsînkî dest pê kir û tevî hewaya dijwar a -20 pileyî, bi qasî saetekê dewam kir. Di dema çalakiyê de daxuyanî ji aliyê gelek rêxistinan ve hatin dayîn û piştgiriya ji bo berxwedana gelan a li Rojhilat û Rojava ya li dijî hêzên tarî û paşverû hat nîşandan.

Di daxuyaniyan de daxwaza yekgirtin û yekrêziya gelê Kurd û gelên din ên li dijî dagirkerî û paşverûtiyê hat kirin. Herwesa hat xwestin ku ji bo piştgiriya hevdu, di navbera rêxistinên Kurdan de desteyeke hemahengî û rêveberiyê bê damezrandin.

Çalakî bi dirûşmên piştgiriya berxwedana gelên Rojhilat û Rojava bi dawî bû.