Belçîka di bin avê de ma, du kes mirin, yek winda ye
Li Belçîkayê nexasim li herêmên Valon û Brûkselê barane jidiyayî didome. Gelek herêm di bin avê de man, du eks mirin, yek winda ye.
Li Belçîkayê nexasim li herêmên Valon û Brûkselê barane jidiyayî didome. Gelek herêm di bin avê de man, du eks mirin, yek winda ye.
Li herêma Eupenê ya Belçîkayê ciwanekî 20 salî li ber avê çû û mir.
Walîtiya herêma Lîegeyê jî ragihand kesekî 40 salî li kîlera mala xwe xeniqiye û miriye. Li Lîegeyê li hin herêman di nav 48 saetan de 271 mîlîmetre baran bariya.
Li komuna Rendeuxê jî keçeke 15 salî kete çêm û hê jî agahî jê nehatiye standin.
Ji roja Çarşemê û wir ve li herêmên Valon û Brûkselê ji ber baranê gelek ziyan çêbû.
Li herêma Valonê alarmanca tirincî didome, tê payin roja Înê rewşa hewayî asayî bibe.
Ji ber barana zêde gelek çem û robar rabûn. Çemê Qurthe yê komuna Renduxê jî rabû. Her wiha gelek rê, gund û bajar di bin avê de man.
Li Lîegeyê ji hin herêman agahî nayê standin. Li vê herêmê Spas, Theux û Pepînster di bin avê de ma.
Gros bordel a Theux, #pluie #belgique #liege #innondations pic.twitter.com/uesYLyb0cK
— Laurent Klein (Shady) (@ShadyCRF) July 14, 2021
Li Pepînsterê li ber çemê Vesdreyê 10 mal hêrivîn. Sibeha Pêncçemê şêniyên bajarê Vervîersê jî dema ku şiyar bûn, dîtin ku di bin avê de mane.