Barrot: Ji bo rawestandina êrişên li Helebê Macron kete nava hewldanan

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdên li Helebê, Fransayê di asta herî bilind de navbeynkarî kiriye.

Parlamenterê Fransa ya Serî Natewîne (LFI) Arnaut Saint-Martin li parlamentê yekser êrişên li Helebê ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot pirsî.

Parlamenterê çepgir bal kişand ser êrişên li dijî Kurdan ku ji 6'ê Çileyê û vir ve dewam dikin û got, "Ev êriş ji bo wê yekê têne kirin ku taxên Heleb ji Kurdan bêne xalîkirin û rêxistiniya demokratîk a xwecihî ji holê bê rakirin."

Parlamenterê LFI qala sûcên giran kir û destnîşan kir ku ev êrişên rêveberiya li Şamê bi piştgiriya leşkerî ya Tirkiyeyê gefeke cidî li ewlehiya herêmî dixwin.

Arnaut Saint-Martin got, "Ev yek neserketîbûna civaka navneteweyî ye û em nikarin vê yekê ji nedîtî ve bên."

Parlamenter got, "Ji bo parastina Kurdan pêwîstî bi destwerdanê heye" û ji Fransayê xwest ku ji bo ragihandina agirbestê ya bi lez û danûstandinên siyasî bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike ku bicive. Her wiha xwest, çavdêrên navneteweyî û rojnamevan biçin taxên dorpêçkirî. Parlamenter xwest, ji bo aştiya mayinde û çareseriya siyasî Fransa yekser bibe garantor.

'EM BI ROLEKE AKTÎF RABÛN'

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot jî ev bersiv da: "Ev mesele bêguman ji aliyê aramiya herêmî ve bandorê li berjewendiyên me yên ewlekariyê dike. Piştî êrişan bi seranserî jî be aramî li Helebê vegeriya û me ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir.

Piştî şerê navbera Hêzên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk yanî hêzên Kurd, ku di encamê de derdora 100 kes mirin û gelek kes ji cih û warê xwe bûn, me li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê navbeynkarî kir û ji bo aramî jinûve li herêmê vegere em bi roleke çalak rabûn.

'EMMANUEL MACRON BI XWE TEVLÎ BÛ'

Me ev yek di asta herî bilind de kir. Serokkomar peyam ji herdu aliyan re şand û bi vî rengî tevlî pêvajoyê bû. Û dubare dikim ku ev nuqte girîng e, esas e, gotin di cih de be ji hilweşîna rejîma bi xwîn a Beşar El Esad û vir ve, zêdeyî salek e rê dide angajmana Fransayê.

Çima? Ji ber ku Sûriyeya nû bi kapasîteya entegrekirina Kurdan û civakên din, bi serwerî û aramiya paşerojê ve girêdayî ye. Li aliyê din, Kurd di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de ku gelek caran li Fransayê xwîn rijandin, bûn hevalbendên me yên dilsoz. Dixwazim vê yekê jî bi bîr bixînim; Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Kurdan ve tê parastin hin şervanên terorîst ên DAÎŞ'î li girtîgehê hene. Ji ber vê yekê ev navbeynkarî, ev muzakereya di meha Adarê de hate destpêkirin gelekî girîng e.

'JI BO TAWÎZÊ ME BANG LI WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ SÛRIYEYÊ KIR'

Beriya ku şer destpê bike, weke ku tê bîra we, beriya şer di 6'ê Çileyê de destpê bike me Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li Parîsê qebûl kir ji bo tawîzan bide. Di vir de, ev muzakere beşa destpêkê ya ji bo naskirina hin mafên hêzên çekdar ên Kurd û entegrasyona wan a li nava artêşa Sûriyeyê bû. Em ê piştgiriyê bidin Kurdan û zextê li herdu aliyan bikin ku çareseriyê bibînin û bi vî rengî bimeşin. Ji ber ku herdu alî xwedî heman armancê ne; ew jî Sûriyeyeke xurt, serwer û dûrî ji destwerdanên biyanî."