Meşa bi deh hezaran kesî ya ku li Parîsa paytexta Fransayê ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di sala 2013'an de hatibûn qetilkirin û ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'an de hatibûn qetilkirin hatibû destpêkirin, li qada Republique bi mîtîngekê bi dawî bû.
Mîtîng bi silavkirina Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Fevziye Erdemîrcî û Azad Dogan dest pê kir.
Hevseroka CDK-F’ê Fevziye Erdemîrcî di axaftina xwe de diyar kir ku ew di şexsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'an de hatin qetilkirin de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.
'HETA KUJER DERNEKEVIN HOLÊ LÊGERÎNA ME YA DADÊ WÊ BERDEWAM BIKE'
Fevziye Erdemîrcî got, “13 sal in gelê Kurd hesab dipirse. 13 sal in delîl tên veşartin. Heta ku kujer dernekevin holê wê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike. Heta hesab bê pirsîn wê têkoşîna me berdewam bike.” Erdemîrcî bal kişand ser wê yekê ku komkujî ji aliyê heman hişmendiyê ve hatine kirin û got, “Duh li Parîsê, îro li Rojava û Rojhilat gelê me tê qetilkirin. Dibe ku em bê dewlet bin lê têkoşîna me ya azadiyê heye, Serok Apo heye, felsefeya Serok Apo heye. Jin Jiyan Azadî.”
'VÊ KOMKUJIYÊ RONÎ BIKIN!'
Hevserokê CDK-F’ê Azad Dogan ê ku piştre axivî, diyar kir ku ew hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û malbatên şehîdan silav kir. Dogan got, “13 sal in em li vê qadê ji dewleta Fransayê dipirsin: Vê komkujiyê ronî bikin!” Dogan bal kişand ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û got, “Pênc roj in gelê Kurd rûmeta xwe diparêze. Em silavan ji wan re dişînin” û bi dirûşmeyên “Bijî Rojava”, “Bijî Serok Apo” dawî li axaftina xwe anî.
'VÊ CARÊ EM Ê BI SER BIKEVIN'
Piştre li ser navê malbatên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên li Parîsê hatin qetilkirin û malbatên Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022'an de hatin qetilkirin, Metîn Cansiz axivî. Cansiz gotinên Sakîne Cansiz ên derbarê pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an de bi bîr anî û got, “Silav ji Kurdistaniyên ku tevî her tiştî 13 sal in em bi tenê nehiştine. Em 13 sal in li van kolanan li dadê digerin. Fransa 13 sal in rastiyê vedişêre.” Cansiz gotinên Sakîne Cansiz ên “Vê carê em ê bi ser bikevin” bi bîr xist û got, “Me bi ser nexist, lê vê carê em ê bi ser bikevin.”
'EM Ê HESABÊ BIPIRSIN'
Di mîtînga "Ji bo Heqîqetê Dadperwerî" de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Salîha Aydenîz a ku bi silavkirina gelê Ewropayê dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser meş û çalakiyên li Bakur hatine lidarxistin.
Salîha Aydenîz got, “Îro Parîs hem daxwaza dadperweriyê ji bo heqîqetê dike, hem jî dibe dengê Rojava û Rojhilat.” Salîha Aydenîz navê şehîdên ku li Parîsê hatine bibîranîn yek bi yek jimart û diyar kir ku daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê dewletên faşîst û dagirker ve tê xwestin ku were astengkirin. Salîha Aydenîz bang li Fransayê kir û got, “Ev komkujî hîna ronî nebûne. Lê gelê Kurd ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Em ê hesabê bipirsin.”
'WEK KOBANÊ, HELEB JÎ WÊ NEKEVE'
Salîha Aydenîz êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên Rojava jî bi bîr xist û banga xwe nû kir: “Fermana komkujiya gelê Kurd li Parîsê hat dayîn. Heke nehatibe dayîn, werin kujerên van komkujiyan eşkere bikin.” Aydenîz bi bîr xist ku di meşên Bakur de dirûşmeya "Rojava xeta me ya sor e" bilind bûye û got, "Çawa ku 11 sal berê Kobanê neket, îro jî Heleb wê nekeve." Salîha Aydenîz destnîşan kir ku Heleb bajarê hevpar ê Kurd û Ereban e û diyar kir ku parastina Rojava tê wateya parastina mirovahiyê.
Salîha Aydenîz diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn e û got ku pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn derbasdar in.
'HETA KOMKUJÎ NEYÊN RONÎKIRIN EM Ê JI QADAN NEÇIN'
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî di mîtîngê de axivî û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr anî. Karamus diyar kir ku ev nav şehîdên azadiyê û Kurdistanê ne û destnîşan kir ku bi taybetî hedefgirtina jinên siyasetmedar ne tesaduf e. Karamus anî ziman ku komkujî ji aliyê ajanên MÎT'ê ve hatine kirin û got ku êrîş êrîşên terorê yên siyasî ne.
Karamus diyar kir ku tevî 13 sal derbas bûne jî edaler pêknehatiye û bal kişand ser şerha "sira dewletê" ya li ser dosyeyê. Karamus bang li Wezîrê Dadê yê Fransayê û Serokkomar Macron kir û got, “Divê sira dewletê ya li ser dosyeyê derhalk bê rakirin. Heta ev komkujî ronî nebin em ê ji qadan venekişin.” Karamus bal kişand ser êrîşên li Rojava û Helebê jî û destnîşan kir ku gelê Kurd bi gefan dest ji têkoşînê bernade.