AvEG-KON: Li dijî qetlîamê dakevin qadan

AvEG-Kon bal kişand ku berpirsyara qetlîama li Konya desthilata AKP-MHP’ê ne û got: “Bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî faşîzmê bi hev re têkoşînê mezin bikin.”

Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) diyar kir ku li dijî qetlîama nîjatperest a li Konyayê banga têkoşînê kir.

AvEG-Kon anî ziman ku ji bo planên nû yên êrîşê yên faşîzma Erdogan bê valaderxistin, erka wan, hemû hêzên demokratîk, sosyal û kedkar e û got: “Ji bo jiyana wekhev û bi hev re dem dema piştevaniyê ye. Dem dema li dijî faşîzmê derketina qadan û hesap xwestinê ye.

Bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Ewropa dikin ku li dijî faşîzmê têkoşînê bi hev re mezin bikin.”