‘Armanc parastina Kurdistanê ye’

Ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê bi şîara ‘Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk em Kurdistanê biparêzin’ meşek hatibû destpêkirin. Meş bi mîtînga li pêşiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.

Denîz Dêrsim, Gulistan Ateş, Hinar Dîlmeç, Milet Ramazan, Hoşnav Ata, Leyla Îmret û Meryem Çag ên tevlî meşa ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ bûbûn ji ANF’ê re axivîn.

Meşa li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk îro bi dawî bû. Çalakgerên jin û enternasyonalîstên ku tevlî meşê bûn, li ser çalakiyê ev tişt gotin.