Salvegera Şoreşa Rojava li Hannoverê hate pîrozkirin

Salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojava li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî roja Şemiyê bi pêşengiya Nav-Dem û Womend Defend Rojava hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de ku gelek hunermend derketin ser dikê, li ser girîngiya Şoreşa Rojava axaftin hate kirin.

Hevserokê Nav-Demê Xoşnav Ata bi bîr xist ku şoreşa beriya neh salan li Rojava dest pê kir li hemû bajaran belav bû û got, "Şoreş li YPG û YPJ'ê pîroz be ku bi deh hezaran şehîd da. Li malbatên şehîdan pîroz be."

Ata salvegera şoreşê li gerîla, girtiyên di greva birçîbûnê de ne û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Bi navê PYD-Hannoverê jî Bavê Ommar axivî û got, "Divê em li her derê xwedî li şervanên xwe, şehîdên xwe û li vê şoreşê derkevin. Divê em bi rengekî xurt li ber êrişên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê rabin."

Her wiha peyama aktîvîstên Ventana al Sur a ji bo Şoreşa Rojava hate xwendin.

Di çalakiyê de bi navê Women Defend Rojava, Meclîsa Jinê ya Ronahî, Frîday For Fûtûre û TCŞ, TÊKO-JIN axaftin hatin kirin.

Her wiha hunermend Bavê Ronî, Ciwan Çewlik, Koma Rewî û Îbo-Qamişlo hunera xwe pêşkêş kirin.