Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Stockholmê hate pîrozkirin
Ji bo pîrozbahiya 9. salvegera Şoreşa Rojava li paytexta Swêd Stockholmê merasîmek hat lidarxistin.
Ji bo pîrozbahiya 9. salvegera Şoreşa Rojava li paytexta Swêd Stockholmê merasîmek hat lidarxistin.
Li parka Ralambshovsparken a Stockholmê bi munasebeta 9’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê merasîmek ya pîrozbahiyê hat lidarxistin.
Merasîma pîrozbahiyê danê êvarê saet di 15:00’an de bi kombûna Kurdistaniyên li Swêdê dijîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpêkir.
Piştî rêzgritinê peyamên sazî û kesayetan hatin pêşkêşkirin. Hunermendên Tev-Çand a Swêdê piştre derketin ser dikê û bi berhemên xwe yên hunerî ve şahî geş kirin. Şahî heya saet 19:00’an domkir.
Di merasîmê de bi taybetî berxwedana gerîla û Rojava hatin silavkirin. Her wiha bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Silav li Şoreşa Rojava” hatin berzkirin.