Şehîdên Parîsê li Roma û Lîmasolê hatin bibîranîn

Li paytexta Îtalya Romayê û li bajarê Lîmasol a Qibrisê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Îtalya Romayê û li bajarê Lîmasol a Qibrisê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li Parîsê hatin qetilkirin, bi çalakiyan hatin bibîranîn.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 9’ê Çileya 2013 û 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Ararat a Romayê hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan ên li Romayê jiyan dikin tevlî bûn.

Bîranîn ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama TJK-E’yê Adar Gulan ku di çalakiyê de axivî, hirgûliyên komkujiyên Parîsê vegot û bal kişand ser aliyên wan ên nehatine ronîkirin. Gulan, berxwedan, exlaqa partiyê û kesayetên şoreşger ên kadroyên pêşeng Sakîne Cansiz û Evîn Goyî vegot û destnîşan kir ku şehîdên ku sembola berxwedana jinan e, dibin çavkaniya îlhamê ji bo jinên cîhanê. Gulan wiha got, “Têkoşîna Jinên Kurd, berxwedana jinên cîhanê ronî dike.”

Gulan, bal kişand ser êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piranî Kurd lê ne û diyar kir ku gelê Kurd û tevgerên enternasyonalîst têkoşînê bi hişmendî xurt bikin. Gulan berxwedana li Rojhilat jî silav kir û diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn ji bo Ewropayê mînak e.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil çalakî hate lidarxistin. Çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê li Navenda Çanda Kurd a Theofilosê hate kirin û li salonê kuncika şehîdan hate çêkirin.

Bîranîn di şexsê şehîdên Parîsê de, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Meclîsa gel a Kurd a Qibsirê Rewşen Terbuş û siyasetmedar Lezgîn Serhat di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Rêbertî û şehîdên me pisûla me ne.”

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dîroka Kurdistanê hem xiyanetkar hem jî lehengên mezin derxistin holê. Qeydên deng ên kesên ku di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de şehîd bûn, hate guhdarkirin. Hate diyarkirin ku şehîdan heta kêliyên dawî yên jiyana xwe li hemberî gel rexnedayîn dane û bi ken xatir xwestine.

Her wiha hate bilêvkirin ku komkujiya ku li Parîsê pêk hat, ne takekesî, ji aliyê hêzên ku li dijî gelê Kurd biryara qirkirinê girtine û pêktînin ve hatiye pêkanîn. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku hêza herî mezin ku wê gelê Kurd li ser lingan bigre, berxwedan e.