BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Dusseldorfê hatin bibîranîn

Ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê yê Elmanyayê merasîma bîranînê û mitînga protestoyî hat lidarxistin.

Çalakî saet 11:00’an de bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan di bîranînê de axivî û diyar kir ku tevî salên derbasbûyî jî Fransayê komkujiya Parîsê ronî nekiriye û daxuyaniya ku daxwaza edaletê ya Kurdan vedibêje xwend.

Piştî daxuyaniyê jinan çelengek reş danîn ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê.

Di çalakiyê de bang li Kurdan û bi taybetî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiya bîranînê ya wê sibê li Parîsê were lidarxistin, bibin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.