Şehîdên Gulanê li Londonê hatin bibîranîn

Komîsyona Malbatên Şehîdan a Londonê bi çalakiyekê Şehîdên Meha Gulanê bibîr anîn.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Londonê Hakî Kare, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Fermandarê HPG’ê Sînan Dersim bi çalakiyekê bibîr anîn.

Bîranîna ku li avahiya KCC’ê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hatibû amadekirin hate nîşandan. Di bîranînê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin,’ Bijî Serok Apo’ û ‘Kurdistan Ji Bo Faşîstan Goristan’ hatin qîrkirin.

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Poyraz axivî û şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê rêya mirovan ronî dike û got: “Ruhê şehîdan li dijî faşîzmê û dagirkeriyê bi vîna milyonan kesî didome. Em soza pêkanîna hestên wan didin.”