Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li bajarên Dresden, Monchengladbach û li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

DRESDEN

Li  bajarê Dresdenê yê Elmanyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn û hate diyarkirin divê xwedî li berxwedana li zindanan a li dijî tecrîdê were derketin.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hate nîşandan. Di bîranînê li ser navê Meclîsa Jinan a Utayê daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de qala mîrata berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate kirin.

Jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kirin.

MONCHENGLADBACH

Li bajarê Monchengladbach a Elmanyayê jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

Çalakger Ferhad Dêrik axivî û piştre Hesen Êlihê yê ku ew jî di zindana Amedê de bû qala berxwedanê kir.

ZURÎH

Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û bi wesîleya salvegera şehadeta wî gerîlayên HPG’ê Cotkar Karker (Ramazan Arslan) hatin bîranîn.

Bîranîn ji aliyê KOMAW’ê ve li NCDK’ê hate kirin.

Nûnerê KOMAW’ê yê li Swîsreyê Tahsîn Farqîn bi bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê dest bi axaftina xwe kir û got “Divê em xwedî li têkoşîna van qehremanan derkevin. Em malbat û xizmên şehîdan, em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û sînevîzyona li ser berxwedana gerîlayê HPG’ê Cotkar Karker hate nîşandan.