Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû û şehîdên meha Gulanê li bajarê Den Haagê yê Hollandayê hatin bibîranîn.
Bibîranîn li Zûîdeparkê hate kirin û Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî tevlê bû.
Kartal diyar kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk divê Kurdên li Ewropayê xwedî li gerîlayan derkevin û rojevê diyar bikin. Kartal bal kişand ser vî tiştî ku PKK partiya şehîdan e û got “Divê em bi coşa şehîd Sînan Dêrsim geşedanan pêk bînin.”
Dilşah Osman jî li ser navê TJK-E’yê axivî û qala ked û xebata Sînan Dêrsim a li Ewropayê kir.
Li qada helbesta ku Sînan Dêrsim xwendibû hate guhdarîkirin û bîranîn bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.