Şehîd Abas Îbrahîm Mehmûd hate bîranîn

Rêdûr (Abas Îbrahîm Mehmûd) ê di êrîşên esmanî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Helsînkî hate bibîranîn.

Rêdûr (Abas Îbrahîm Mehmûd) ê di êrîşa esmanî yên artêşa Tirk a dagirker a 13’ê Hezîranê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li paytexta Fînlandiya Helsînkî hate bibîranîn.

Bîranîna li Navenda Civaka Demokratik a Kurd li paytexta Fînland Helsînkî bi amadebûna birayê şehîd û gelek welatparêzên başûrê Kurdistan û beşên din yên Kurdistanê pêk hat.

Di bîranînê de li ser têkoşîn û jiyana şehîd Rêdûr axaftin hatin kirin.