Şandeya Kurd li Parlementoya Avûstralya xebatên dîplomasî dike

Şandeya Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk li Parlementoya Avûstralyayê xebatên dîplomasî dike.

Bi pêşengtiya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Avûstralya (NCDK) û Amnesty International xebatên dîplomasî birêve diçin.

Di çarçoveya xebatên dîplomasî yên li Parlementoya Avûstralyayê de, bi Partiya Lîberal, Partiya Karker, Partiya Keskan, senetor û parlementerên serbixwe re 14 hevdîtin hatine kirin.

Hevdîtinên li ser navê NCDK 4 kes amade bûn, êrîşên dewleta Tirk û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojev bû. Şaneyê dosyayên amade kiribûn, pêşkêşî kesên hevdîtin pêre hatin lidarxistin, kirin. Di hevdîtinan de hate gotin ku dewleta Tirk sûcê şer dike, hate diyarkirin ku wê rojên pêşiya me parlementer jî tevlî bibe wê daxuyaniyeke ya çapemeniyê bê dayîn.

Her wiha di daxuyaniya li pêşiya parlementoyê hate kirin de jî, bal kişandin ser sûcên dewleta tirk, nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate dayîn.