Êrîşên li ser sivîlan li Vechtayê hate protestokirin
Li bajarê Vechta ya Elmanyayê bi çalakiyekî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê hatin protestokirin û berxwedana gelê Rojava hate silavkirin.
Li bajarê Vechta ya Elmanyayê bi çalakiyekî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê hatin protestokirin û berxwedana gelê Rojava hate silavkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Vechta ê Elmanyayê bi banga KON-MED’ê li hev civiyan, êrîşên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin.
Çalakiya ku tevî barîna berfê jî pêk hat, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şoreşa Rojava rûmeta me ye”, “Es lebe Rojava”, “Dîktator Erdogan” û “Kujer Erdogan” berzkirin.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê, di rojên dawî de zêde bûne. Hate diyarkirin ku di êrîşan de qadên sivîlan tên hedefgirtin, gelek kesên ku di nav de jin û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Di çalakiyê de hate xwestin ku Neteweyên Yekbûyî pêşîlêgirtinên lezgîn bigre û li herêmê çareseriya aştiyane pêk were.
Çalakiya ku nêzî saetek û nîv dewam kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.