Li bajarê Marburg ê Elmanyayê êrîşên li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê bi meş û mitîngekî hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, beşdarên ku bi awayê kortejan dest bi meşê kirin, bi dirûşmeyan êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Piştî mitîngê meş hate lidarxistin. Di mitîngê de hate destnîşankirin ku bi taybet êrîşên li Helebê li ser sivîlan sûceke eşkere ye. Axaftvanan diyarkirin ku êrîşên li dijî Rojava û Rojhilat di çarçoveya polîtîkayekî sîstematîk de tê meşandin û hate gotin ku divê gelê Kurd bi tenê neyê hiştin.
Di tevahiya mitîngê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyan de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî hate dayîn. Her wiha banga nîşandayîna helwestekî xurtir û zelaltir li dijî êrîşan hate kirin.
Li qadê daxuyaniya hevpar a bi zimanê Kurdî û Elmanî jî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li dijî gelê Kurd nayên qebûlkirin û banga mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê li raya giştî ya demokratîk hate kirin.
ARNHEM
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem, DemNed û YJK-H’ê li hev civiyan, komkujiya li Helebê û êrîşa li ser Dêr Hafirê dewam dike, protesto kirin.
Li qadê bi dirûşmeyên “Terorîst Colanî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin” û “Cîhadîst Colanî ji Kurdistanê bicehime” banga hestiyariyê hate kirin.
Girseyê berxwedana ku li Rojhilatê Kurdistanê dewam dike jî silav kir û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojhilat” “ Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e” “Jin Jiyan Azadî” piştgirî da.
Her wiha danezan hatin belavkirin û banga alîkariyê hatin kirin. Çalakî piştî xwendina sirûda Ey Reqîp bi dawî bû.