BI DÎMEN

Êrîşên li ser Helebê li Innsbruck’ê hatin protestokirin

Li paytexta eyaleta Tirol a Awûstûryayê Innsbruck’ê ji bo şermezarkirina komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîtîng û meş hatin organîzekirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, li Annasaule’yê destpê kir û ji Museumstraße û Salurnerstraße heya Hauptbahnhof’ê dom kir. Piştre çalakvan dîsa vegeriyan Annasaule.

Di çalakiyê de al û pankart hatin hildan, peyama piştgiriyê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate dayîn.

Piştî meşê, mîtîng hate lidarxistin. Daxwaza jinan, ciwanan û gelê Kurd a ji bo jiyana azad, wekhev û bi rûmet hate destnîşankirin.

Di mîtîngê de êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku zêdekirina nerazîbûna li dijî êrîşan berpirsyariyek mirovî ye.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê her kes xwedî li ziman, nasname, çand û siberoja gelê Kurd derbikeve û banga yekîtiyê hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.