Êrîşên li ser Helebê li Gavleyê hatin protestokirin
Meclîsa Gel a Gavle-Borlange êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, protesto kirin.
Meclîsa Gel a Gavle-Borlange êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, protesto kirin.
Çalakvan roja pêncşemê saet 17.00’an li Qada Stortorget a Gavleyê hatin ba hev û bi dirûşmeyan piştgirî dan taxên berxwedêr.
Hevseroka Meclîsa Gel a Gavle-Borlange Jîn Haco di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Helebê ne tenê Kurdên li herêmê, her çar parçeyên Kurdistanê hedef digirin. Haco anî ziman ku dewleta Tirk li pişt van êrîşan e û got, li Rojava bi komkujiyeke muhtemel re tê xwestin ku pêvajoya aştiyê jî were sabotekirin.
Hevserokê NCDK-Swêd Battal Battî bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di êrîşan de û got, heya ku Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî nerazîbûneke vekirî û xurt nîşan didin, divê hemû Kurdên li dîasporayê li qadan bin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Gavle-Borlange Haydar Sîpan diyar kir ku gelê Kurd wê bi şervanên xwe re be û gotinên jineke Kurd a pîr a li Helebê ragihand: “Eger ez bimirim divê li vir bimirim, ez naxwazim li ciheke din bimirim.” Axaftina Sîpan ji aliyê girseya li qadê ve demek dirêj bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Di dawiya çalakiyê de Hevserokê NCDK-Swêd Battal Battî dîsa axivî û ragihand ku Meclîsa Gel a Gavle-Borlange roja Îniyê jî wê ji bo Helebê li bajarê Sandviken çalakî lidar bixe. Battî bang li hemû girseyê kir ku tevlî çalakiya saet 17.00’an a li Sandviken bibin.