Zêdebûna êrîş û binpêkirinên maf ên li dijî sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, di civîna li Parlamenta Brîtanyayê de hate rojevê. Civîn ji aliyê Centre For Kurdish Progress û Nûnertiya Konseya Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) ya Brîtanyayê ve hate organîzekirin.
Civîn bi pêşengiya Parlamentera Partiya Karker Kate Osborne li avahiya Parlamentê hat lidarxistin. Di civînê de parlamenterên Partiya Karker Feryal Clark û Bambos Charalambous, nûnerê sendîkayê Simon Dubbins, dîplomatê berê Ross û Nûnerê MSD’ê yê Brîtanyayê Dr. Mohamed Moustafa axivîn.
FERYAL CLARK: ÊRÎŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN
Feryal Clark, da zanîn ku bûyerên li Helebê ji şerê leşkerî bêhtir veguheriye karesateke mirovî û got ku hedefgirtina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi çekên giran binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Feryal Clark, diyar kir ku ew ê mijarê ji Wezîr Hamish Falconer re ragihînin û got ku divê ji bo parastina sivîlan hikûmet helwestek zelal raber bike.
CHARALAMBOUS: TÊKILIYA BI KURDAN RE BERPIRSYARIYEKE SIYASÎ Û EXLAQÎ AVA KIRIYE
Bambos Charalambous, diyar kir ku têkiliya ku bi Kurdan re di şerê li dijî DAÎŞ’ê de hatiye danîn, berpirsiyariyeke siyasî û exlaqî avakiriye. Charalambous, behsa bedelên mezin ên ku ji hêla Kurdan ve hatine dayîn kir û destnîşan kir ku divê ev dostanî îro jî were parastin. Charalambous, her wiha diyar kir ku rêveberiyên demkî yên li Sûriyeyê xwedî berpirsiyariya parastina hemû civakane û got ku êrîşên li dijî kêmneteweyan bi taybetî Kurd, Elewî û Durzî, nayên qebûlkirin.
DUBBINS: TIRKIYE KRÎZÊ MEZIN DIKE
Dîrektorê Sendîkaya UNITE ya Navneteweyî Simon Dubbins, bibîr xist ku beşek mezin a QSD’ê ji jinan pêk tê û got ku hilweşandina bi zorê ya vê avaniyê dê xetereyên cidî yên ewlehî û mafên mirovan çêbike. Dubbins, her wiha behsa hevdîtinên Rêber Apo û dewleta Tirkiyeyê kir û destnîşan kir ku zextên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve girêdayî ne. Dubbins, got ku zextên li ser Rojava beşek ji siyasetek berfirehtir e ku îradeya siyasî ya Kurdan û gelên din hedef digire.
DR. MOUSTAFA: EV NE KARESATEKE LEŞKERÎ YE, EV KARESATEKE MIROVÎ YE
Dr. Mohamed Moustafa, jî anî ziman ku hedefgirtina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi çekên giran ne tenê karesateke leşkerî, di heman demê de karesateke mirovî ya rasterast e. Moustafa, bi bîr xist ku berê li van taxan sivîlên koçber dijiyan û got, “Li van deveran mirov dixebitîn û zarok diçûn dibistanê. Tevî şert û mercên zehmet jî hewl didin jiyana xwe bidomînin. Lê êrîşên herî dawî qadeke ewle ji bo sivîlan nehişt.” Moustafa, herî dawî hişyarî da ku bêdengiya civaka navneteweyî dikare bibe sedema karesatên din.
CARNE ROSS: MODELA DEMOKRATÎK DI BIN ZEXTA SÎSTEMATÎK DE
Dîplomat û nivîskarê berê yê Brîtanî Carne Ross, destnîşan kir ku modela piralî û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketiye, bi zanebûn tê hedefgirtin. Ross, da zanîn ku ezmûna Rojava ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo siberoja Sûriyeyê jî alternatîfek girîng e û got ku ji ber vê yekê ew bi berdewamî rastî zextên leşkerî û siyasî tê.
BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HAT KIRIN
Di dawiya civînê de, axaftvanan diyar kirin ku divê civaka navneteweyî di parastina sivîlên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çalaktir be. Axaftvanan her wiha, banga gavên dîplomatîk ên bilez kirin da ku êrîş werin rawestandin, alîkariya mirovî were derbaskirin û pêşî li pêla nû ya koçberiyê were girtin.