Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Helsînkiyê hatin şermezarkirin
Kurdên li Fînlandiyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li paytext Helsînkiyê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Kurdên li Fînlandiyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li paytext Helsînkiyê bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê, Kurdên li Fînlandiyayê tevî dostên xwe daketin qadan.
Çalakî li paytext Helsînkiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi Kurdî, Fînî û Îngîlîzî daxuyanî hatin dayin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên li ser gerîla êrişên li ser destketiyên Kurdan e.
Her wiha talankirina xwezaya Kurdistanê jî hate bibîrxistin û hate ragihandin ku civaka navneteweyî li dijî van kiryarên hov ên dewleta Tirk bêdeng e.