Êrişên dagirkeriyê li Stockholm û Västeråsê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarên Swêdê bi rêzeçalakiyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarên Swêdê bi rêzeçalakiyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdistaniyan li Stockholm Swêdê, li meydana SergelsTorget a li navenda bajêr êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de banga bihistyarbûnê li gelê Kurd hate kirin, her wiha banga li hêzên navnetewî jî hate kirin ku li bara êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk bêdeng nemînin. Di çalakiyê de bang li PDK'ê jî hate kirin ku li aliyê dagirkeran nesekine, hevkariyê neke.
Her wiha li bajarê Vesteras jî li meydana Sigmatorget a navenda bajêr Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk û helwesta PDK'ê ya di xizmeta dagirkeriya Tirk de hate şermezar kirin.