Êrişên dagirkeriyê li Qibrisê hatin şermezarkirin
Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, Kurdistanî ber bi herêma Ledra Palace ve meşiyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û helwesta PDK'ê şermezar kirin.
Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê, Kurdistanî ber bi herêma Ledra Palace ve meşiyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û helwesta PDK'ê şermezar kirin.
Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de di çarçoveya kampanya îmzeyan de ya ji bo Neteweyên Yekbûyî têne şandin, stand hate danîn û pirtûkên li ser paradîgmaya "Konfederalîzma Demorkatîk" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin û belavkirin.
Stand bi alên YPG, YPJ, PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.
Kurdistanî tevî dostên xwe, ji Meydana Azadiyê heta deriyê sînor ê li herêma Lîdra Palasê ve meşiyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve ev herêm hatiye dagirkirin.
Kurdistaniyên ku li ber deriyê sînor li hev civiyan dirûşmên "Bimire faşîzm", "Bimire dewleta Tirk a dagirker", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" qîriyan.
Di çalakiyê de belavok hate xwendin û piştre siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî. Lezgîn Serhat diyar kir ku xeta xiyanetê ya PDK'ê ne tenê îro xwe nîşan dide, ev xet Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bimire xiyanet" bi dawî bû.