Êrîşên dagirker li Parîsê hate protestokirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye êrîşên li ser qada Metîna ya Herêmên Parastiyên yên Medyayê û êrîşa li ser kampa Mexmûrê hate protestokirin.

Gelê Kurd li pêşiya St. Dennîs Strasboûrgê hate ba hev, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên TJK-E’yê hildan û pankarta ‘Bimire êrîşên dagirker ên dewleta Tirk’ vekirin.

Hevserokê Meclîsa Civaka Kurdan a Demokratîk Azad Dogan daxuyaniyek da û got “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk wê gelê Kurd her dem li qadan be.”

Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Erdoganê qatil’ bi dawî bû.