Êrîşên dagirker li Londrayê hate protestokirin

Kurdên li Londrayê dewleta Tirk û PDK protesto kirin.

Li Londrayê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya avahiya navendî ya BBC’ê hate kirin. Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Hêzên Yekgirtî piştgirî dan çalakiyê.

Ercan Akbal li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê axivî û got “Vê êrîşa Erdogan û AKP’ê ya li dijî Kurdistanê tê wateya qirkirinê. Gelê Kurd û gerîla li hemberî vê qirkirinê li ber xwe dide lê PDK ji pişt ve lê dide û bi dewleta Tirk re dixebite, ev tabloya îxanetê ye.”

Dema ku axaftin hate kirin çalakgerek ket avahiya BBC’ê û destûr nehat dayîn ku ev çalakger derkeve. Piştî ku ev çalakger serbest hate berdan çalakî hate bidawîkirin.