Êrişa li ser Mexmûrê, li Montpellierê hate şermezarkirin

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Metîna û kampa Mexmûrê yên Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin.

Meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komuna Jinê ya Delal Amed pêk hat, ji Parka Peyrou Pitotê dest pê kir û heta Qada Comedie ve dewam kir.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Azadî ji Ocalan re", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Hevserokê NCDK'ê Cevat Guneş li qada Comedie axivî û got, "Em ê heta dawiyê li dijî rejîma Tirk a barbar li ber xwe bidin. Em berxwedana dîrokî ya gerîla silav dikin. PDK hewl dide dewleta Tirk a dagirker li qada navneteweyî rewa bike. Em vê helwesta PDK'ê şermezar dikin. Em dibêjin, êdî bes e ji xiyaneta we re, ji hevkariya we ya bi dijmin re. Em bang li gelê Kurd jî dikin ku helwestê li hemberî PDK'ê nîşan bide."

Bi navê Kolektîfa Piştevaniya bi Gelê Kurd re Belfîn jî axivî û got, "Gelê Kurd ji bo me hemûyan têkoşiya. Em dibêjin ku divê navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin."

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.