Êrişa li ser Şengalê li Kopenhagê hate protestokirin
Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de êrişî Şengalê kiribû. Kurdên li bajarê Kopenhagê ya Danîmarkayê ev êriş şermezar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de êrişî Şengalê kiribû. Kurdên li bajarê Kopenhagê ya Danîmarkayê ev êriş şermezar kirin.
Mîtîng li pêşiya Parlementoya Danîmarkayê hate lidarxistin.
Çalakgeran bang li Parlementoya Danîmarkayê kirin ku bila li hemberî êrişên dermirovahî yên dewleta Tirk bihistyar bin.
Di mîtîngê de sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Rêveberiya Xweser a Şengalê’ û ‘Bimire Erdoganê faşîst’ hate berzkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin “Vê êrişa li dijî Kurdên sivîl li pêş çavê hemû dinyayê hate kirin û ev jî tê wateya ku li hemberî êriş û qetlîaman bêdeng tê mayîn.”