Çalakiya rûniştinê ya Strasbourgê kete heftiya çaran

Li Strasboûrgê ya Fransayê çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkerî û qirkeriya Tirk kete heftiya çaran. Di çalakiya duh de Qirkirina Dersimê û polîtîkaya asîmîlassyonê ya Tirk hate nirxandin.

Çalakiya rûniştinê ku TJK-E û KCDK-E'yê bi çarçoweya ''Her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dema azadiyê ye'' li Strasboûrgê ya Fransayê dabû destpêkirin kete heftiya çaran.

Di heftiya sêyan de FEDA, CÎK, Koordînasyona Êzîdiyan a Ewropayê, saziyên jinan ên bi ser MARDEF û TJK-E'yê hazir bûn û li ser mijarên cuda panêl hatin çêkirin.

Ji Kongreya Avakar a Dersimê ya Swîsreyê Nedîm Yildiz û Hakan Aday û ji Komeleya Dijî Qirkirinê ya Dersimê Alî Guler pêvajoya qirkirina Dersimê û polîtîkaya asîmîlasyona çandî ya dewleta Tirk vegotin.

Dosyayên têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Kurdsitanê û komkujiyên li ser Kurdan teslîmî nûnertiyên domdar ên welatên endamên KE'yê.

Nav rojê komeke çalakgeran dosya dane nûnertiyên domdar ên Rûsya, Holanda û Îngîltere.

Tê payin ku çalakî 4'ê Hezîranê were qedandin, heftiya dawî ya çalakiyê Duşemê bi komeke nû wê were domandin.