Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di hefteya 3’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkerî û qirkirinê li bajarê Strasboûrgê hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 3’emîn de ye.

Di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn e, her der Zap e, her der Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî kete hefteya sêyemîn.

Çalakiya ku hate plankirin çar hefteyan dewam bike, di hefteya sêyemîn de ye. Nûnerên saziyên baweriyan FEDA û CÎK'ê, Federasyona Êzidiyên li Ewropayê, MARDEF, Tev Çand, meclîsên girêdayî Federasyona FCK ên ji ‘Stûttgart, Freîbûrg, Heîlbornn, Pforzheîm, Nurnberg, Munîhê’ hatine dewir girtin.

Dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya Tirk li xwe digire ku ji aliyê KCDK-E’yê ve hatiye amadekirin, ji aliyê komîteya ji hevseroka NCDK Freîboûrgê Leyla Topûz, li ser navê FEDA Demîr Çelîk, li ser navê CÎK’ê Mele Kasim Serhet, ji Federasyona Êzidî yên Ewropa Carsûr Cemal, li dêrên bajêr hatin belavkirin.

Di nava rojê de panelek bi mijara Qetlîama Mereşê hate dayîn. Nivîskar Azîz Tunç û Hozan Emekçî weke qiseker tevlî panelê bûn, bal kişandin ku dewleta Tirk sîstematîk qirkirinê pêş dixe.

Hunermendê MARFED Hozan Emekçî û Serhat Med jî stran û klamên xwe Rêberê Gelê Kurd û berxwedana gerîla silav kirin.