Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya ofîsa NY didome
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike û tecrîda li ser Îmraliyê li pêşiya ofîsa Cenevreyê di meha Mijdarê de çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî didome.
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike û tecrîda li ser Îmraliyê li pêşiya ofîsa Cenevreyê di meha Mijdarê de çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî didome.
Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike û tecrîda li ser Îmraliyê li pêşiya ofîsa Cenevreyê di meha Mijdarê de çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ ji 25’ê Mijdarê û vir ve her roja Çarşemê li Cenevreyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê tê kirin.
Çalakger azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û di destê sibehê de li ber konê berxwedanê hatin ba hev.
Di çalakiyê de li dijî êrîş û qetlîama dewleta Tirk slogan hatin berzkirin. Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan Salih Saglam axivî û got “Em ê li her derê xwedî li têkoşînê derkevin û fermandarê hêja Kasim Engîn di serî de, em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya şehîdên xwe derkevin. Li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd û dagirkeriya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwedîlêderketina pêngava azadiyê tê wateya têkbirina faşîzmê.”