Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkeriyê didome

Çalakiya rûniştinê ya li dijî dagirkeriyê li bajarê Strasbûrgê, di hefteya 3’an de didome. Di panelên bi navnîşanên derketina Îslamê û piştî belavbûna wê ya li Mezopotamya û şûn de qetlîamên li ser baweriyên li Rojhilata Navîn hatin lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava "Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn e, her der Zap e, her der Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Çalakî kete hefteya sêyemîn.

Di civînê de ji saziyên baweriyê FEDA, CÎK, Koordînasyona Êzidiyên Ewropa, MARDEF û saziyên jin û TJK-E panel lidar xistin.

Dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriya Tirk, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li xwe digire ku ji aliyê KCDK-E’yê ve hatiye amadekirin ji bo bidin nûnerên herdemî yên endamê Konseya Ewropa (KE) destpê kiribû. Di nava rojê de heyetek ku ji çalakvanan pêk dihat, dosya radestî nûnerên herdemî yên Îtalya, Belçîka û Luksemborûgê kirin.

Di çalakiyê de ku wê heta 4’ê Hezîranê dom bike, bi sernavên cuda di hefteya 3’an panel hatin dayîn. Di nava rojê de bi tevlîbûna Hevserokê FEDA Demîr Çelîk panela bi sernavê ‘Qetlîamên Babek, Mazdek, Babaî, Şahkûlû, Celalî, Koçgirî, Sêwas, Gazî’ panel hate dayîn. Di panelê de her wiha li ser qetlîamên sîstematîk ên li dijî baweriyên Rêya Heq û Elewî yên qedîm ên Mezopotamya û Anadolû ên piştî belavbûna Îslamê ya li Rojhilata Navîn jî hatin nîqaşkirin.

Piştî panelan hunermend derketin ser dikê, bi Kurdî Tirkî deyîşên Elewî gotin.

Wê roja Pêncşemê çalakî bi koma nû dewam bike.