Çalakiya li dijî tecrîdê ya li Berlînê 3 hefte ne dewam dike

Li paytexta Elmanya Berlînê, konê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve hatiye vedan, dewam dike.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN'ê li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 hefte ne çalakiyê li dar dixin. Çalakî li Nettelbeckplatzê pêk tê û endamên NAV-Berlîn, Meclîsa Jinê ya DestDan û endamên PYD'ê jî tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, pirtûkên Elmanî yên li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîşandan û li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.

Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz li qada çalakiyê axivî û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê silav kir.

Hefteya çaran a çalakiyê wê ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve bê meşandin.