27’ê Mijdarê li Rennes hat pîrozkirin

Kurdistaniyê li Rennes’ê dijîn bi gotina “PKK gel e, gel li vir e” pêşwaziya salvegera 43. a PKK’ê kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Rennes a Fransayê di çarçoveya pîrozbahiyên 43. salvegera PKK'ê li hev civiyan.

Pîrozbahî li Rennes de Saint Gilles’ê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Amara Eylem Balta û Fûat Çelîk axaftin kirin.

Hevserokan di pîrozbahiya 43. salvegera damezrandina PKK'ê de diyarkirin ku pîrozbahiyên bi coş ên salvegera damezrandina PKK'ê li Kurdistan û Ewropayê tên lidarxistin, bersivdayina polîtîkayên şer ên dijmin e.

Di çalakiyê de di çarçoveya kampanyaya “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” îmze jî hatin berhevkirin.

Her wiha di çalakiyê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî amade bû.

Girseyê bê navber dirûşmeyên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û " Bijî berxwedana Gerîla" berz kirin.

Hunermend Mîr Perwer, Zarîfe, Şiyar û Dijwar û Koma Brotanya Child Saz derketin ser dikê û bi berhemên xwe reng dan çalakiyê.