27'ê Mijdarê li Londonê bi coş hate pîrozkirin

Bi sedan kesî li Londonê salvegera damezrandina PKK'ê bi coş pîroz kirin û gotin, "PKK ruhê azadiyê yê gelên Rojhilata Navîn e."

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê bi sedan kes li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan û salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Salona pîrozbahiyê bi alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin û jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Koroya Zarokan a Fîraz Dag derkete ser dikê û strana "Serhildan" got.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser salvegera 43'an a damezrandinan PKK'ê hate nîşandan û strana "Em PKK ne" bi hev re hate gotin.

Bi navê Însiyatîfa Jinên Kurd Besîme Jiyan li pîrozbahiyê axivî û dedstnîşan kir kU PKK yenake nasnameya azad, rewa û neteweya demokratîk a gelê Kurd. Besîme Jiyan got, "PKK ruhê azadiyê yê gelên Rojhilata Navîn e. Em bang li jinên Kurdistanê û cîhanê dikin ku bi hemû hêza xwe tevlî pêngava hilweşandina sîstemên serwer ên faşîst bibin."

Nûnerê Meclîsa Gelê Kurd Alî Boyraz jî destnîşan kir ku PKK'ê li dijî faşîzma Tirk têkoşîneke bêhempa dimeşîne.

Beşdarên ji parçeyên din ên Kurdistanê, nûnerên MLKP û rêxistinên civakî yên sivîl jî peyam dan.

Piştî peyaman beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên hunermend Serhat ê ji Koma Çarnewa govend gerandin.

Hunermend Mem Şevder û hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi govenda li ber dahol û zirneyê bi dawî bû.