27'ê Mijdarê li Liegeyê hate pîrozkirin

27'ê Mijdarê li Liegehê bi pêşbirk û şahiyê hate pîrozkirin.

Salvegera 43'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Liege yê Belçîkayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Çanda Kurd a Mezopotamyayê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û cîhanê dest pê kir.

Velî Roj piştre axivî û got, "Ev tevger bi kedeke mezin gihîşt sala 43'an. Rêber Apo PKK weke 'partiya şehîdan' pênase kir. Salvegera damezrandina PKK'ê di şexsê Rêbertî de li şehîdan û gelê me yê welatparêz pîroz be."

Di pîrozbahiyê de helbestek bi sernavê "Ocalan" hate xwendin û pêşbirka zanînê hate lidarxistin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.