1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Elman û Fransa hatin pîrozkirin
Li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg û bajarê Toûloûse ya Fransayê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li bajarên Dûîsbûrg, Hambûrg û bajarê Toûloûse ya Fransayê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên xwe yên li Ewropayê daketin qadan, 1’ê Îlonê Roja Aşiyê ya Cîhanê Pîroz kirin.
DÛÎSBÛRG
Kurd û dostên xwe yên saet 17:00’an li Dûîsbûrg a Elman yayê hatin ba hev mîtîngek kirin. Mîtîng ji aliyê ADBG Dûîsbûrg û Solîdarîtat Înternatîonal ve hate kirin.
Li ser navê komîteya amadekar axaftin hate kirin û bal kinadin ser roxîneriya şer û bûdceyên ji bo şer tên veqetandin. Her wiha Hevseroka ATÎK’ê li ser navê ADGB Dûîsbûrgê Suleyman Gurcan axivî û qala êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a ji 23’yê Nîsanê û vir ve ya li ser Başûrê Kurdistanê û daxwaz kir ku her kes li dijî vê bibin xwedî helwest.
Piştî axaftinên bi Elmanî û T irkî koma Gurp Yorum derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kir.
Mîtîng bi dirûşman dawî bû.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê jî meşek hate kirin. Meş ji aliyê Forma Aştî ya Hambûrgê ve bi tevlîbûna partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyan destpê kir.
Kurdisatanî bi alên xwe tevlî meşa ji Gansemarktê destpêkir bûn.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku şer felaketê tîne.
Koma Pererok jî bi merşên xwe reng da meşê. Meş li Sternschanze vegûherî mîtîngê. Mîtîng bi dirûşman qediya.
TOÛLOÛSE
Li Toûloûse bi deqeyek rêzgirtinê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de bal kişad ser berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Partiyên çep ên Fransî jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedan Gerîla’ bi dawî bû.