CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji bo girtiyê nexweş Ozelmali azadî hat xwestin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD a Stenbolê di çalakiya Tîpa F de bal kişand ser rewşa Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoff pêre heye û xwest bê berdan. -
Heyeta Îmraliyê wê sibe daxuyaniyê bide
Heyeta Îmraliyê têkîldarî geşadanên di demên dawî de tên jiyîn, merhaleya pêvajoya çareseriyê û daxuyaniyên hikûmetê yên der barê pêvajoya çareseriyê wê sibehê daxuyaniyê bide. -
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê li qadan bûn
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û aqubeta kesên hatin windakirin pirsin. -
Komîteyên YNK û PYD’ê yên Norwec hevdîtin pêk anîn
Komîteya YNK’ê ya Norwec, Komîteya PYD’ê ya Norwec ziyaret kir. Heyeta YNK’ê serketin ji komîteya PYD’ê ya nû hatiye avakirin re xwest, di heman demê de plaketa spasiyê da PYD’ê. -
Li bajarê Gävle yê Swêd protestoya AKP û DAIŞ’ê
Bombardûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya, girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember Kurd û şoreşgeran li bajarê Gävle yê Swêd bi meş û mîtîngekê hat protestokirin. -
Ciwanan li Bîelefeldê çalakî li dar xistin
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ya Bîelefeld, polîtîkayên şer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke korsan protesto kir. -
MUB: Divê polîtîkayên qirêj ên Erdogan vala bên derxistin
MUB, Komkujiya Simele di salvegera wê de şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê jî zîhniyeta DAIŞ’ê cîhanê tehdîd dike, ji DYA û YE hat xwestin ku li hember DAIŞ’ê helwest bigirin û banga valaderxistina polîtîkayên DAIŞ’ê hat kirin. -
Li Hollandayê banga tevlîbûna protestoya 8’ê Tebaxê ya li hemberî AKP’ê
Li Hollandayê hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdan şer daye destpêkirin û piştgiriya DAIŞ’ê dike wê bê protestokirin. Banga tevlîbûna çalakiyê hat kirin. -
Bloka Aştiyê: Ji bo bilindkirina dengê aştiyê ber bi Bakirkoy ve
Bloka Aştiyê diyar kir ku li hemberî dîrektîfên Serokkomar ên şer û ji bo aştiya civakî wê têkoşînê bikin. -
Li Swêd AKP û DAIŞ hatin protestokirin
Li Ljusne ya li bakurê Swêd a 2 hezar 500 kes lê dijîn xwepêşandanek hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de AKP û DAIŞ hatin şermezarkirin. Bang li dewleta Swêd hat kirin ku li hember bombekirina Kurdistanê helwest bigire. -
Qirkirina siyasî didome: Bi dehan kes di bin çavan de ne
Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne. -
Li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd çalakiya rûniştinê
Ji bo protestokirina bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Kurdistanê, êrîş û girtinên li Tirkiye û Kurdistanê yên li hember şoreşgeran li ber Wezareta Karên Derve ya Swêd îro saet 13.00’an çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. -
Li Viyanayê têkildarî polîtîkayên şer ên AKP’ê de stand hat vekirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi piştgiriya Ciwanên Azad, YXK, Young Struggle der barê polîtîkayên şer ên AKP’ê de standa agahdarkirinê hat vekirin. -
Vatan Bûdak ber bi rêwitiya dawî ve hat oxirkirin
Endamê Însiyatîfa Anarşîst Vatan Bûdak ê di êrîşa bombeyî ya 20’ê Tîrmehê li Pirsûsê de bi giranî birîndar bibû û duh bi şev jiyana xwe ji dest da spartin axê. -
Li Essen û Den Haagê protestoya Komkujiya Şengalê
Li bajarê Essen ê Elmanya û bajarê Den Haag ê Hollandayê Komkujiya Şengale hat şermezarkirin. -
Êzîdiyan ji NY’yê bang kirin: Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin
Êzîdiyên di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li pêşiya navenda NY hatin gel hev gotin, “Em hemû bimirin jî em dest ji xweseriyê bernadin” -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan standa agahdarkirinê
Meclîsa Jinên Kurd, biryar girtin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe têkoşînê hê berfirehtir bidomînin û wek gava yekemîn li qada herî qerebalix a li Stockholmê Sergel stand vekirin. -
Dosyaya komkujiyan a AKP’ê radestî Televizyona Dewletê ya Swêdê hat kirin
Komkujiyên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk ên ji Roboskî heya Zergelê pêk anîne, kirin dosyayek û radestî Televizyona Dewleta Swêdê hat kirin. -
Li Munsterê ji bo Komkujiya Şengalê bîranîn
Li bajarê Munster ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Qurbaniyên Komkujiya Şengalê li Êrîvanê hatin bîranîn
Li paytexta Ermenistanê Êrîvanê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn û komkujî hat şermezarkirin. -
Komkujiyên Şengal û Zergelê li Rûsya hatin şermezarkirin
Komkujiyên Şengal û Zergelê li Federasyona Rûsyayê bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Komkujiya Şengalê li Den Haag û Amsterdam hat protestokirin
Li bajarên Den Haag û Amsterdam ên Hollandayê di salvegera Komkujiya Şengalê de çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Komkujiya Şengalê li Parîsê hat protestokirin
Di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û nûnerên saziyên Fransî, endamên ACTÎT ên li Qada Trocadero hatin gel hev Komkujiya Şengalê şermezar kirin. -
Komkujiya Şengalê wê sibe li Ermenistanê bê şermezarkirin
Sibê gelê Kurd li Ermenistanê ji bo şermezarkirina Komkujiya Şengalê ku par di 3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hatibû şermezar bikin. -
Li Den Haagê tecrîd û AKP hat şermezarkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê polîtîkayên şer ên AKP’ê bi meş bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.