CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Goteborg û Malmo komkujî hat protestokirin
Komkujiya li Pirsûsê bi çalakiyên li bajarên Goteborg û Malmo yê Swêd hat protestokirin. -
Demîrtaş: Divê em ewlekariya xwe bigirin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag, ji bo Komkujiya Pirsûsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Demîrtaş xwest hikûmet hesab bide û Meclîs bi awayekî awerte kom bibe. -
Okan Pîrînç bi çepikan hat oxirkirin
HATAY (DÎHA) - Cenazeyê endamê ESP'ê Okan Pîrînç ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da li Samandagê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. -
Li hember komkujiyê ji 5 baroyan daxuyaniya hevpar
5 baroyan têkildarî Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke hevpar dan. -
NAV-DEM’ê girtina Ahmet Çelîk şermezar kir
NAV-DEM’ê girtina siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk ê ji aliyê Elmanyayê ve şermezar kir. -
Komkujiya Pirsûsê li Berlînê hat lanetkirin
Li Berlîn a Elmanyayê bi beşdarbûna 2 hezar kesî meşek pêk hat û komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. -
Suryanî: DAIŞ dixwaze Tirkiyeyê bikişîne nava çiravê
Rêxistinên Suryanî komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin. -
Komkujiya Pirsûsê li Îzmîrê hat şermezarkirin
Êrîşa li Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF'yî li Îzmîrê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin. -
Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê didomin
Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê didomin. Gelek rêxistinên ku daxuyaniyên nivîskî weşandin komkujî lanet kirin. -
Dehezaran êrîşa Pirsûsê şermezar kirin
Li hember Komkujiya Pirsûsê gel li Kurdistanê li ser piyan e. Bi dehezaran kesên ber bi avahiyên AKP’ya ji komkujiyê berpirsyar dibînin meşiyan dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" gotin. -
Li Enqereyê hezaran Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Bi hezaran kesên li ber Navenda Giştî ya ESP’ê hatin gel hev êrîşa li Pirsûsê şermezar kirin. -
‘Berpirsyarê vê komkujiyê dewleta Tirk e’
Buroya Yekîtî û Piştevaniyê ya Gelan-Rojava got, “Di destê wan de xwîna ciwanên ku tenê ji bo piştevaniya gelê Kobanê bikin; ji zarokan re park, ji gelê Kobanê re daristan û pirtûkxaneyekê bikin diyarî hatin heye." -
FEDA: Em kesên komkujî plan kirin û pêk anîn şermezar dikin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), kesên Komkujiya Pirsûsê plan kirine û pêk anîne bi nefret şermezar kir. -
Li Mersînê di protesteya komkujiyê de hewldana provokasyonê
Êrîşa li hember ciwanên SDGF’ê yên diçûn Kobanê li Mersînê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Parka Zarokan hatin gel hev heta avahiya HDP’ê meşiyan. -
Komkujiya Pirsûsê wê li Oslo bê şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Riha ya li hember ciwanên endamên SGDF’ê wê sibe li paytexta Norwec Oslo bê şermezarkirin. -
Êrîşa li Pirsûsê wê sibe li Danîmarka bê protestokirin
Navenda Civaka Kurd a Danîmarka, ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê wê sibe çalakiyekê li dar bixe. -
MLKP Rojava: Em ê hesabê Komkujiya Pirsûs bipirsin
MLKP Rojava: Em bang li gelên kedkar dikin ku li kolanan xwedî li ciwanên sosyalîst ên rûyê bi rûmet ên mirovatiyê ne derkevin. Em bang dikin ku bi hemû şêwazên têkoşîna meşrû ji faşîzma DAIŞ û AKP’ê hesap bipirsin. -
Komkujiya Pirsûsê li Brukselê hat lanetkirin
Komkujiya xayîn a li Pirsûsê li hember endamên SGDF’ê pêk hat, li paytext Brukselê hat şermezarkirn. -
NAV-DEM: Li hember komkujiya Pirsûsê bêdeng nemîne
NAV-DEM’ê têkildarî êrîşa Pirsûsê daxuyanî da, bang li Kurdên Elmanyayê û demokratên Tirkiyeyî kir ku “li hember komkujiyê bêdeng nemînin” -
Komkujî li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê bê lanetkirin
Komkujiya li dijî ciwanên SGDF’î yên ku ji bo xebata avakirina Kobanê çûn Pirsûsê pêk hat, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê bi çalakiyan bê protestokirin. -
Li Saarbruckenê civîna HDP’ê
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji aliyê pêkhateyên HDP’ê ve civînek hat lidarxistin. -
Li Swêdê ajokarên motorsîkletê DAIŞ û AKP protesto kirin
Li paytexta Swêd Stockholmê, ajokarên motorsîkletê yên ji kulûbên cuda yên MC bi motorsîkletên xwe re konvoyek çêkirin û ji ber qirkirinên li Iraq û Sûriyeyê çeteyên DAIŞ'ê û AKP a destekê dide çeteyan protesto kirin. -
‘Tecrîda li hember Ocalan, tecrîda li hember aştiyê ye’
Rêxistina HDP'ê ya Navendî ya Stenbolê, Meclisa Navendî ya Stenbolê ya HDP'ê û Şaxa Stenbolê ya TUAD ji bo tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Rawestgeha Metro ya Aksarayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Stockholm û Luzern hatin bîranîn
Di salvegera 14’ê Tîrmehê berxwedana rojiya mirinê de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin bîranîn. -
ÇHD: Li hember tecrîdê 27’ê Tîrmehê em li Gemlîkê ne
ÇHD’ê bal kişand ku tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî mirovatiyê ye û 27’ê Tîrmehê bi şîara "Ji tecrîdê na" wê li Gemlîkê bin