CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Bûrsayê 8 kes hatin girtin
8 kesên di nav de nûçegihanê DÎHA Omer Gul jî heye yên 24'ê Tîrmehê li Bursayê hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. -
Kurd û dostên wan ên li Belçîka wê AKP’ê şermezar bikin
Konsepta şer a hikûmeta AKP’ê wê sibe li Belçîka bê şermezarkirin. -
Ji bo Reece Hardîng li Melbourne merasîma bi heybet
Ji bo Reece Hardîng (Bagok) ê dema li Rojava di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest li Melbourne merasîmeke cenaze hat lidarxistin. -
Koçyîgît: Divê bi kooperatîfan re pêşî li çandinî û sewalkariyê bê vekirin
Koçyîgît şert û mercên xebat û jiyanê yên karkerên demsalî û rojaneyî nirxand û got, "Ji ber ku ti tedbîrên tenduristî û ewlekariyê yên vê qada xebatê nîne, pirsgirêkên gelekî mezin hene." -
Li Den Haagê Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn, bomberdûman hat şermezarkirin
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bomberdûmana dewleta Tirk a li hember Herêmên Parastinê yen Medyayê hat şermezarkirin û şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. -
Parêzer wê sibê li Gemlikê bin
Di 5. salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Komeleya Hiqûqnasên Azad û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê wê li Gemlikê tecrîdê protesto bikin. -
Çalakiya li Charles de Gaulle bi dawî bû
Kurdistaniyan û dostên wan ên li Parîsê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya Balafirgeha Charles de Gaulle li pêşiya beşa Rêyên Hewayî yên Tirk dagir kirin. -
Ji bo aştiyê yek dil
Bi hezaran kes bi bangawaziya Bloka Aştiyê li Stenbolê civiya û li hemberî polîtîkayên şer helwesta aştiyê qîriya û bersiva hikûmetê da: "Em ê xwedî li aştiyê derkevin, em ê bi we şer nedin kirin." -
Balafirgeha Charles de Gaulle hat dagirkirin
Kurdên li Parîsê êrîşan şermezar dikin Balafirgeha Charles de Gaulle dagir kirin. -
Li Stuttgartê 5 hezar kesî dewleta Tirk şermezar kirin
Bomberdûmana li hember Herêmên Parastinê yên Medya, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat şermezarkirin. -
Polîsên Tirk li Seyhan û Cizîrê bi çekan êrîşî gel dikin
Polîsan bi çekan êrîş birin ser welatiyên li Seyhan û Cizîrê êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar dikin. -
Dirûşma ‘Qatil DAIŞ hevkar AKP’ li Swîsre bilind bû
Bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê derketin qadan AKP û DAIŞ lanet kirin. -
Li Îzmîrê polîsan êrîş bi ser protestoya Komkujiya Pirsûsê
Li Îzmîrê polîsan bi bombeyên gazê êrîş birin ser girseya ku xwest Komkujiya Pirsûsê protesto bike. -
Li Frankfurtê bi hezaran li hember tecrîd, Komkujiya Pirsûs û bomberdûmanê li qadan bûn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi hezaran kesî tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komkujiya Pirsûs û êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin. -
Li Parîsê hezaran dewleta Tirk protestokirin
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya, operasyonên qirkirina siyasî û komkujiya Pirsûsê li Parîsê ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin. -
Polîsan êrîşî Meşa Aştiyê ya li Enqereyê kirin
Welatiyên tevlî Meşa Aştiyê ya ji aliyê Bloka Aştiyê ve hat lidarxistin bûn rastî êrîşa polîsan a bi guleyên plastîk hatin û gelek kes hatin binçavkirin. -
Dayikên Şemiyê şehîdên Pirsûsê bibîr anîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn. -
Siyabend Şerîf Vanli wê li Lozanê bê defnkirin
Kurê siyasetmedar –nivîskar Îsmet Şerîf Vanli, Siyabend Şerîf Vanli ê li Lozanê di mala xwe de mirî hat dîtin 27’ê Tîrmehê wê li Goristana Boîs-de-Vaux a gora bavê wî lê ye bê defnkirin. -
Polîsan li Kadikoyê êrîşî protestoya komkujiyê kirin
Ciwanên bi dirûşma, "AKP şer, ciwan aştiyê dixwazin" li Kadikoyê Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. -
'Divê Tirkiye lêborînê ji gelan bixwaze'
Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken gotin, “Pêwîst e bi polîtîkayên piştgiriya DAIŞ’ê yên heya niha şopandire re rû bi rû be, Divê AKP ji ber polîtîkaya xwe ya derve ya îflasbûyî lêborînê ji gelên Tirkiyeyê bixwaze." -
Ji bo azadiya Ocalan di rêya Stockholmê de ne
Komek Kurdistaniyên li Swêdê dijîn bi armanca protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Ocalan vê sibehê ji Upsala yê heya Stockholmê dest bi meşê kirin. -
Hunermendan ji bo Meşa Aştiyê bang kirin
Hunermendan ji bo Meşa Aştiyê ya wê ji aliyê Bloka Aştiyê ve bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. -
Kesên operasyona qirkirina siyasî protesto kirin hatin binçavkirin
Kesên li Kolana Sakraya û Guvenparkê li hemberî operasyona li dijî hêzên demokratîk serê sibê li gelek bajaran dan destpêkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin û bi lêdanê 11 kes hatin binçavkirin. -
HDP: Destên xwe ji hêzên demokrasiyê bikişînin
HDP'ê bertek nîşanî operasyonên li hemberî hêzên demokrasiyê da. -
Binçavkirin li Edene, Mêrsîn û Çewlikê dewam kirin
Li navçeya Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê, navçeya Tarsus a Mêrsînê û Kanîreşa Çewlikê di encama serdagirtina malan de 59 kesên di nav de rêveberên HDP û DBP'î jî hene hatin binçavkirin.