CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Ewropayê ji bo Cizîrê li kolanan e
Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropa çalakî pêk anîn û komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê protesto kirin. Di çalakiyan de bang li gel hat kirin ku berxwedanê bilindtir bikin û ji raya giştî ya navneteweyî piştgirî hat xwestin. -
KCD-E: Pêwîst e Ewropa jî ji bo piştevaniya bi Cizîrê re bikeve nav çalakiyên lezgîn
Koordînasyona KCD-E, bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir ku ji bo piştevaniya heta dawî ya bi gelê Cizîrê re bikevin nav çalakiyên lezgîn. -
Sekvanan li Mersînê 2 kes birîndar kirin
Polîsan bi çekên lûledirêj ciwanên ku li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz li hember êrîşeke muxtemel ketin rewşa xweparastinê gulebaran kirin. Sekvanan 2 kes birîndar kirin. -
Berîvana Cizîrî: Cizîrê serî netewand wê netewîne jî
Bêrîvana Cizîrî ya sembola serhildanên salên 1990’an a Kurdistanê bû, got: "Min dixwest li Cizîrê bûma û serê govenda azadiya kişandiba.”Cizîrî bang li AKP'ê kir û peyama, “Berxwedana li Cizîrê ti carî naşike” da. -
Faşîst xwe amade dikin êrîşî Navenda Civaka Kurd a Kolnê bikin
Hat diyarkirin ku faşîstên li navenda bajarê Koln ê Elmanyayê kom bûne ber bi Navenda Civaka Kurd a ve dimeşin. -
Di pêşengiya jinan de li Dortmund çalakiya rûniştinê
Li Dortmund di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn de girseya kom bû, polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir û xwedî li berxwedana Cizîrê derket. -
Li Bern û Zurîhê AKP hat protestokirin
Li bajarên Bern û Zurîhê yên Swîsre polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Dîsa di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat protestokirin. -
Ciwanên Kurd li Bîelefeld çalakî pêk anîn
Li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bi pankart li dar xistin. -
Malbata leşker: AKP’ê şer da destpêkirin ne kesekî din
Cemal Aksari bavê leşkerê bi navê Cîhan Aksari yê li Geliyê Doskî hat kuştin, li hember şerê ji aliyê Qesrê ve hat destpêkirin nerazîbûn nîşan da. Bavê leşker got: "Hikumetê ev kir. ne kesekî din.” -
'Azadiya Ocalan azadiya me ye, pêwîst e PE û CPT têkevin tevgerê'
Di daxuyaniya çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li pêşiya PE’yê de hate xwestin ku tecrîd bê rakirin û bi lezgînî PE (Parlamentoya Ewropa) û CPT(Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê) bikevin nav tevgerê. -
Li Elmanyayê ji bo Rojavayî û Şengaliyan maseya krîzê
NAV-DEM’ê ji bo piştevaniya bi malbatên ji Rojava û Şengalê re bên bang kir. NAV-DEM a têkildarî mijarê biryar girt maseya krîzê ava kir. -
Li Îngilîstanê sîteyek ji serdema berî dîrokê maye hat dîtin
Hat ragihandin, ku li Îngilîstanê ji Stonehenge ya serdema neolîtîkê mezintir sîteyek hatiye dîtin. -
Polîsan li Amedê êrîş birin ser ciwanên êrîşên li ser gelê Kurd protesto dikirin
Ciwanên ku li Kolana Girtigehê ya Amedê êrîşên li ser gelê Kurd şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir û yek jê zarok 2 kes birîndar kirin. -
HDP: Mafê wergirtina agahiyan û azadiya ramanê di bin piyan de ye
HDP’ê li hember êrîşên li ser çapemeniyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku AKP dixwaze beriya hilbijartinan rewşeke awerte ava bike. -
Di mîtînga Enqereyê ya Aştiyê de qedexeya Qesrê
Nûnerên saziyên sivîl ên li dijî şer, bi boneya şerê li herêmê bi dawî bibe bi pankarta "Wê qesr bê xerakirin, gel wê bi ser bikevin" xwestin bimeşin. -
Yilmaz Guney li ser gora hat bîranîn
Yilmaz Guney di 31. salvegera mirina xwe de li Goristana Pere La Chaise ya Parîsê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Veguherîna bajarî Roman bêmal hişt
Li taxa Tûrgût Reîs a Mersînê ku bi Romanan tê naskirin, di bin navê veguherîna bajarî de li şûna xaniyên musteqîl ê 30 hezar Roman lê dijîn, avahî tên lêkirin. -
Demîrtaş: Çeka vî gelê têk bibe hê çênebûye
Demîrtaş ê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.” -
Bayik: AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin daye destpêkirin. Bayik got ku AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike. -
Ji Dusseldorfê ji bo Bakurê Kurdistanê silavên xwerêvebirinê
23'yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi şîara, "Bi Rêbertiya Azad em Neteweya Demokratîk Ava Bikin” li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê destpê kir. -
Dayikên Şemiyê em aştiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn. -
Malbatan edalet xwest, polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kirin
Li Amed, Êlih, Îzmîr û Geverê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Amsterdam çalakî
Li bajarê Amsterdam ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser kanalan tûra bi botê pêk hat. -
Di merasîma cenazeyê polîs de ji Serokwezîr re “Kurê xwe bişîne şer”
Di merasîma cenazeyê Polîs Akîf Hatûnoglû de xizmên polîs ji serokwezîr re gotin: “Li vir wê dayika min bigirî. Eger ti parlamenter î, serokwezîr î, kurê xwe bişîne şer. Bes e êdî.” -
Zarokên Kobanêyî û dayika wan spartin axê
Zarokê 3 salî Alan Şino Kurdî, bira û dayika wî ji aliyê hezaran kesî ve li Kobanê hatin defnkirin.