CIVAK-EKOLOJÎ
Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê got, "Her cihê ku daristanên me tê birîn, zevî û ava me tê talankirin, li her devera ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê bibe qadeke têkoşînê ku mafê jiyanê lê tê parastin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê bi hezaran kes di mîtîngekê de li hev kom bûn û li ber talankirina xwezayê rabûn. Nûnerên partiyên siyasî û aktîvîstên ekolojiyê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî projeya JES'ê bang kirin.
Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê dike. Raporên navneteweyî nîşan didin ku ziwabûna çavkaniyên avê, hilweşîna çandiniyê, bahoza xwê û zexta koçberiyê li herêmê gihîştiye asteke krîtîk.
Di dilê Brezîlyayê Amazonê de, 7-12 Mijdarê di pêşengiya jin, ekolojîst û gelên xwecihî de konferans, nîqaş û panel hatin lidarxistin. Ev çalakî, bersiva Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî 2025(COP30) ye.
Rêxistinên ekolojî, civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî li dijî talankirina xwezayê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê didome, meşekî girseyî li dar xistin.
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Ewropayê ji bo Cizîrê di çalakiyê de bûn
Li bajarên Bern, Basel ên Swîsre û bajarê Marsîlya yê Fransa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Cizîrê hatin lidarxistin. Li Qada Viex-Port a Marsîlya jî çalakiya rûniştinê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.
-
-
-
-
Kurdên li Ewropayê ji bo Cizîrê li kolanan e
Kurd û dostên wan li gelek bajarên Ewropa çalakî pêk anîn û komkujiya AKP’ê ya li Cizîrê protesto kirin. Di çalakiyan de bang li gel hat kirin ku berxwedanê bilindtir bikin û ji raya giştî ya navneteweyî piştgirî hat xwestin.
-
-
Sekvanan li Mersînê 2 kes birîndar kirin
Polîsan bi çekên lûledirêj ciwanên ku li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz li hember êrîşeke muxtemel ketin rewşa xweparastinê gulebaran kirin. Sekvanan 2 kes birîndar kirin.
-
Berîvana Cizîrî: Cizîrê serî netewand wê netewîne jî
Bêrîvana Cizîrî ya sembola serhildanên salên 1990’an a Kurdistanê bû, got: "Min dixwest li Cizîrê bûma û serê govenda azadiya kişandiba.”Cizîrî bang li AKP'ê kir û peyama, “Berxwedana li Cizîrê ti carî naşike” da.
-
-
-
Li Bern û Zurîhê AKP hat protestokirin
Li bajarên Bern û Zurîhê yên Swîsre polîtîkayên şer ên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedana Cizîrê hat silavkirin. Dîsa di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat protestokirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Veguherîna bajarî Roman bêmal hişt
Li taxa Tûrgût Reîs a Mersînê ku bi Romanan tê naskirin, di bin navê veguherîna bajarî de li şûna xaniyên musteqîl ê 30 hezar Roman lê dijîn, avahî tên lêkirin.
-
Demîrtaş: Çeka vî gelê têk bibe hê çênebûye
Demîrtaş ê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de axivî AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hê çeka ku gelê Kurd têk bibe çênebûye.”
-
Bayik: AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Erdogan li hember gelê Kurd û tevgera gelê Kurd êrîşeke mezin daye destpêkirin. Bayik got ku AKP bi van êrîşan nikare hilbijartinê qezenc bike.
-
-
Dayikên Şemiyê em aştiyê dixwazin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 545'an de aqubeta Huseyîn Morsumbul ê ku di 12'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.