Zumrut: Heta korîdora alîkariya însanî bê vekirin wê têkoşîna bidome
Zumrut: Heta korîdora alîkariya însanî bê vekirin wê têkoşîna bidome
Zumrut: Heta korîdora alîkariya însanî bê vekirin wê têkoşîna bidome
Li Amedê bi tevlîbûna KCD, DBP û saziyên civaka sivîl ji bo Kobanê meş û daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Bajêr a DBP’ê Zubeyde Zumrut banga xwedîderketina li Kobanê kir û got, "Heta korîdora alîkariya însanî bê vekirin, wê têkoşîna me bidome.”
Li Amedê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê meşek hat lidarxistin. Gel li çar avahiyên DBP’ê yên navçeyên navendê kom bûn û ji çar aliyan ve ber bi avahiya KCD’ê ya li navçeya Yenîşehîr ve meşiyan. Hevşaredarên navçeyan ên DBP’yî, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP’ê, saziyên civaka sivîl û welatî beşdarî meşê bûn.
Gel bi dirûşmayên, "Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe goristan”, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG" ber bi avahiya KCD’ê ve meşiya. Li vir li ser navê Platforma Kedê Hevseroka KESK’ê Dîlay Tekîn axivî. Dîlay got, "Di çalakiyên ji niha û şûn ve jî em ê li cem Kobanê bin. Em dizanin ku ev berpirsiyartiyeke.”
Piştî axaftina Tekîn, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî bal kişand ser têkoşîna li Kobanê didome û wiha got, "Ev berxwedaneke. Me destanek nivîsand. Yê ev destan nivîsand jî Kobanê ye.”
AKP’Ê AŞKERA PIŞTGIRÎ DA DAIŞ
Zumrut diyar kir ku divê tavilê ji bo Kobanê korîdoreke alîkariyê ya însanî bê vekirin û wiha dewam kir, “Hikûmeta AKP’ê aşkera piştgirî da DAIŞ’ê. Piştgiriya lojistîk ne bes bû, êrîş bir ser gelê li ber xwe dide. Bi dehan hevalên me li nexweşxaneyan birîndar in. Bi dehan di bin çavan de ne, girtî ne. Hewl didin vê îradeyê wer bişkînin. Heta korîdora alîkariya însanî ji Kobanê re bê vekirin wê têkoşîna me bidome.”




