Pisporên Zanîngeha Bostonê dan xuyakirin, ku li gorî encamên lêkolînên navbera salên 1988-2010'an de hatine kirin, tespît bûye ku qelewiya mirovan an jî obezîte, ji texmînan zêdetir bandora neyînî li tenduristiyê dike.
Ji pisporên ku lêkolîn meşand Andrew Stokes diyar kir ku heta roja îro lêkolîn bi tenê li ser dema çêbûna obezîteyê hatine kirin, lê li ser sedemên demdirêj lêkolîn nehatine kirin.
Li gorî vê lêkolînê, di nava mirovên berê qelew bûn û piştre zeîf bûne de, rîska mirinê ji ya mirovên xwedî kîloyekî norman, ji sedî 27 zêdetir e. Rîska van mirovan ji aliyê pêketina nexweşiyên dil û rehan, bilindtir e.
Ji sedî 39 ên beşdarên lêkolînên navbera salên 1988-2010'an de li gelemperiya DYA hatin kirin, berê qelew bûn û piştre zeîf bûne.
Di raporên beriya niha yên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku qelewî yan jî obezîte pirsgirêka herî cidî ya serdema me ye.